BasNews – Li Îranê 322 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 5 hezar kesên din jî pê ketin.
Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 5 hezar û 39 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 539 hezar û 670 kesan.
Wezareta tenduristiyê da zanîn jî, ji duhî de 322 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 31 hezar û 34 kesan.
Li Îranê 434 hezar û 676 nexweşên Koronayê jî baş bûne.