Serokwezîr Mesrûr Barzanî otobana Hewlêr-Duhokê vekir Serokwezîr Mesrûr Barzanî otobana Hewlêr-Duhokê vekir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serokwezîr Mesrûr Barzanî otobana Hewlêr-Duhokê vekir

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî otobana Hewlêr-Duhokê (Gopal-Roviya) vekir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro rêka Hewlêr-Duhokê, ku wek rêka Gopal-Roviya tê zanîn, bi merasimekê vekir.

Di merasimê de, ku cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî, wezîrê avedankirinê Dana Reşîd, parêzgarê Duhokê Elî Teter û pispor û xwedanên şîrketa ku ew piroje bicîh aniye, jî amade bûn, Mesrûr Barzanî ragihand, xîmê pirojeya han di dema kabîneya berê de hatibû danîn lê xilas nebibû. Lê kabîneya niha biryar da xilas bike çimkî pirojeyeka stratejîk bû.

Serokê hikûmetê anî ziman ku ew kêfxweş e pirojeyên wiha girîng ji aliyê şîrketên Kurdistanî ve tên çêkirin û xilaskirin.

Mesrûr Barzanî daxwaz ji welatiyan jî kir, guh bidin şîret û qanûnên tirafîkê da ku ziyanmend nebin di dema hatin û çûnê de.

Otobana Gopal-Roviya 22 km e û ji aliyê şîrketa Kavîn Grup ve hatiye çêkirin.