Gönül Gün
BasNews- Cara yekem li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi riya kanaleke Youtubê cure otomobîl bi kurdî (kurmancî) tên danasîn. Mamosteyê beşa ziman û edebiyata kurdî Mehmet Emîn Cîrîk kanala Youtubê ya bi navê Otomobîla Min vekir. Cîrîk, di vê kanalê de danasîna cure otomobîlan bi kurdî (kurmancî) dike. Cîrîk dibêje armanca wî ya sereke ew e ku bi riya vê kanala Youtubê ya Otomobîla Minê ve arşîveke bi kurdî li ser danasîn û lîteratûra erebeyan çêbike, tomarbike. Mehmet Emîn Cîrîk pirsên me yên li ser kanala wî ya Youtubê bersivand.
Dixwazim pêşiyê vê yekê bipirsim. Fikra, kanaleke Youtubê ya bi kurdî û li ser danasîna cûre otomobîlan ji ku hat ango çawa derket holê?
Îsal di meha Sibatê de min raporek peyda kir. Min got ez ê otomobîlekê li ser raporê bikirim. Beriya wê, ne min ji otomobîlan hez dikir ne jî kêfa min ji otomobîlan re dihat. Heta, yên ku erebeyan wan hebûn, min ji wan jî nefret dikir! Îcar me raporek bi dest xist wek fîlma Aram Dildar ya bi navê “Haziriyek Bo Derengmayînê” (li wira bi dest nexistibû, çi guneh bû) min got em li ser danasîna otomobîlan binêrin kanî bê çi hene û bê kîjan baş in. Welleh, min nêzîkî mehekê û nîvekê li ser Youtubeyê li vîdeoyên otomobîlan nêrî. Lewma min li her otomobîlê dinêrî, yên ku ez ê qet nekarim bikirim jî, min temaşe dikir. Di vira de û di wê de, meraqa min li ser otomobîlan çê bû. Helanê, min otomobîla bi dilê xwe ji xwe re kirî. Îcar bû wek kurmê çixareyê bi min re. Piştî min wesaît kirî, min hîn jî meraqa wan dikir. Ez ketim nava taybetiyên wan ên teknîkî jî, mînak, çawa şanzûmanên DSG têne bikaranîn filan û bêvan... A soxî, ji ber van sedemên jorê fikra kanalekê hate ber guhê min. Min bi xwe got, ma çima ez kanaleke bi kurdî çê nakim? Û ji wê rojê û vira ve ango meheke berê min dest bi vîdeoyan kir.
Armanca we ya sereke bi vekirina kanala Youtubê ya Otomobîla Min çi ye?
Helbet armanceke min ê sereke bi vekirina kanala Youtubê ya Otomobîla Minê ve heye. Ev armanc jî ew e ku arşîveke bi vîdeoyî û bi kurdî li ser danasîn û lîteratûra erebeyan çêbikim, ango tomarbikim.
Gelo eleqe-hezkirina we ji bo otomobîlan ji berê ve hebû yan hûn otomobîlan wek tiştekî pêwîst dibînin?
Weke ku min li jorê jî got, min heya sê sal berê, min ji otomobîlan qet hez nedikir. Heta min ji xwediyê otomobîlan jî nefret dikir. Min digot, otomobîl kapîtalîzmê qewîntir dike. Lewma min digot, ez ê jiyaneke mînîmal bijîm. Lê weke ku min li binê vîdeoyên xwe jî nivîsiye, "Berê dewarên kê tûnebûna dibahdilîn, niha jî erebeya kê nîn be dibahdile.” Heqîqeten jî wilo bû! Berê, tu jî zanî, kurd bêhtir di nava erd û rezên xwe ve bûn. Îcar ji ber vê, bi dewaran karên xwe yên rez û bexçeyan dikirin. Lê niha ji ber ku teknolojî êdî li her derê ye, kes qîma xwe bi dewaran nayîne. Çimkî aliyê wê yên din li aliyekî, teknolojî rehetiya mirov e. Berê, yên ku dewarên wan hebûn, niha li dewsa dewaran erebe kirîne. Ji ber vê veguherîna misoger, pêwîstiya otomobîlan jî ji bo kurdan bûye weke nan û avê.
Ji bo danasîna otomobîlekê xebatekê çawa pêk tînin. Yanî berê kişandina vîdeoyê û piştê danasînê, kar bi çi awayê dimeşe?
Pêşiya pêşîn li ser înternetê derbarê otomobîlê de lêkolînan dikim. Paşê li ser Youtubeyê bi çend zimanan li danasîna modela ku ez ê bidime danasîn vîdyoyan temaşe dikim. Weke pêşnûmayekê danasîna otomobîlê dinivîsim û wilo wesaîtê didime pêşkêşkirin. Beriya vê ti tecrûbeyeke min a li ser pêşpêşkirinê tunebû. Her çi qas min perwerdehiya wê ya zanyarî hilnedabe jî ez xwe bi xwe hîn dibim. Carinan ji bo pêşkêşkirina destpêkê sê-çar caran dûbare dikim. Bi vê serboriya jorê re tecrûbeyeke gelek baş çê bû. Ez ne ji kamerayê fêhm dikim ne jî ji montaja vîdeoyan. Saxbe, hevalê Bilal Korkut bernameya “IMovie” rayî min da. Ez bi xwe li ser monte dikim. Ez zanim gelek kêmasî hene. Xwarziya min Nûrcan Erdem jî wênegir e, lê nizane zêde kamerayê bigire. Yanî bi van derfetan me dest pê kir. Lê em ê hewl bidin, her carê baştir û rengîntir bikin! Lê videoya nû ji ya pişt xwe çêtir e. Niha me otomobîleke nû da naskirin ku ev model nipînû ye, ango dê ev vîdeo pir cuda be. Me ji aliyê efekan ve vîdeo têra xwe rengîn kiriye. Ji ber ku em amûrên teknolojîk bi kar tînin, divê vîdeo têra xwe bi xemla teknolojiyê ve bê xemilandin. Em weke mekân jî Mêrdîn bir kar dihînin. Lewma heya ji me tê em li pişt vîdeoyên xwe dîmena Mêrdînê nişan didin. Lê carinan hin marke otomobîlên xwe nadine me da ku em li ber dîmena Mêrdînê danasîna wan bikin.
Dema danasîna otomobîlan dikin rê û rêbazên sereke ji bo we çi ne. Di danasîna otomobîlan de li gorî we çi pir pêwîst in û gerek behsa wan jî bê kirin?
Sê tiştên girîng hene da ku merêv ji otomobîlekê fêhm bike. Yan jî qulûkinaseyê otomobîlê derxe. Evana çi ne? Yek jê ji bo zewqa mirovan, şikl û şemalê wê ye, ya duyem rehetiya hundir û teknolojiya wê ye (firehbûna baxacê jî tê de). Û ya sêyem jî cûreyên motorên wê ne. Helbet, hemû markeyên otomobîlan qayîşê bi hev re dikêşînin da ku bêhtir otomobîlan bifiroşin muşteriyên xwe. Helbet şeytaniyên din jî hene ku ev jî bi serê xwe aliyeke din e.
Hûn niha ji cure markayan danasîna otomobîlan dikin. Lê belê weke hûn jî dizanin cure wesaît wek wesaîtên giran û mezin û dîsa duçerxe (bisiklet) û motorsîklet û cureyên wan jî hene. Gelo demên pêş hûnê danasîna wan cure wesaîtan jî bikin yan bi tenê wê danasîna otomobîlan hebe?
Rast e, dema em markeyekê didine danasîn tu bala xwe baş bidiyê yî, em pêşiyê bi kurteyî behsa dîroka markeyê dikin. Di destpêkê de gişan pêşî piskilêt çê kirine dûre otomobîl. Lewma wek ku te jî got, pêwendiya gişan wilo bi hev re heye. Lê ez niha dixwazim tenê otomobîlên SUV (cîp) û texsiyan bidime danasîn. Belkî di siberojê de ez naveroka kanalê berfirehtir bikim. Ji bilî vê jî dixwazim wek mînak bikaranîna fitêzan (otomatik û manuel) bidime danasîn. Û ya dawî, îro ro, em îş mezintir bikin. Em ê ji bo danasîna otomobîlan herine heya Awrûpayê wan jî.
Hêj gelekî zû ye lê meraq dikim. Gelo yên ku haja wan ji danasîna otomobîlan bi kurdî ango ji kanala “Otomobîla Min” dibin bertekên çawa nîşan didin?
Çaxa min reklama kanalê kir, sê-çar rojan dema min tev bi bersivên peyam û telefonan bihurî. Lewma hinkî wilo dirêj bû serê min êşiya. Lê di heman demê de gelekî kêfa min jî hate. Esas, min got ez çar vîdeoyan çê bikim û dûre parve bikim da ku keresteyên reklamê li ber me hebe ango weke pêşnûma. Em bêjin, her çi qas bilezûbez û amatorî çê bûbe jî, ji her aliyê ve peyamên erênî hatin. Em jî zor xoşhal bûn.
Em niha hinek jî li ser rewşa sektora wesaîtan biaxivin. Niha ji ber pandemî ango şewba koronavirûsê weke bihayên gelek tiştan, bihayên wesaîtan-otomobîlan jî zêdetir bû. Heta li gorî agahiyên dawîyê tê gotin bihayê wesaîtên “xizmetkirî (ikinci el)” zêdetir bûne. Dikarin li ser vê çi bibêjin?
Mixabin ne tenê wesaît, li her terefê dinyayê li ser her tiştî ev tişt çê bû. Lê min li Tirkiyeyê heya niha tiştekî wilo nedîtibû (gerçî li Tirkiyeyê ti carî tiştek erzan nebûye). Yan jî min bi vê ecebê texmîn nedikir. Wek ku hûn jî dizanin dewleta Tirkiyeyê meheke berê li gorî motorên otomobîlan baceke wilo anî ku bihayên otomobîlan nizam bû çi. Dema min erebe kirî, hin kes li hêviyekê bûn ku dewlet bi awayekî demkî bacê kêm bike. Berevajî vê zêde kir. Ji ber vê baca dawî êdî pisporên otomobîlan ên li Tirkiyeyê jî nekarin bihayê wesaîtekê diyar bikin.
Em bêne ser “wesaîtên xizmetkirî”, ji ber ku dewletê bihayê otomobîlên nû zêde kir, qaweta xelkê nema ku yên nû bikirin. Îcar ji ber ku xelkê berê xwe daye yên xizmetkirî, wesaîtên xizmetkirî biha bûn. Yanî, heya ku dewlet bacê kêm neke ti carî bihayên otomobîlên xizmetkirî kêm nabin, bi ya min wê hîn jî zêdetir bibin.
Herî dawî ji bo xwîneran dixwazin çi bibêjin, kerem bikin.
Bila ji kê çi tê bi kurdî bike. Helbet, bi awayekî zanyarî. Lewma em niha nekin em ê kengî bikin?
Yên ku dixwazin kanala YouTubê ya OTOMOBİLA MIN bişopînîn lînka kanalê li jêr e:
https://www.youtube.com/channel/UCZsh4O3y6COt6oHP7u2xV8g?view_as=subscriber&fbclid=IwAR0D6qC2Eh2Xq2Y7aowSMoBX9JE3uxqqDd-WQewA3dcCabQumR9LYxkL7q8