Rojhilat- Kolberekî kurd hat kuştin Rojhilat- Kolberekî kurd hat kuştin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rojhilat- Kolberekî kurd hat kuştin

basNews- Li sînorê bajarokê Çaldiran a ser bi parêzgeha Urmiyê û li ser sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî kurd ji aliyê Spaya Pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Îro roja yekşwmê 18.10.2020an Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê belav kiriye, hêzên Îranê li bilindahiyên sînorê bajarê Çaldiranê teqe li hejmarek ji kolberên kurd kiriye û di encamê de kolberek bi navê Emîn Şems hatiye kuştin.

Herwih ligor raporta Hengawê, Emîn Şems xelkê gundê Mele Hesen ê ser bi qezaya Makoyê ye û êvara roja şemiyê li ser sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hatiye kuştin.

 Di beşeka din a raportê de hatiye ragihandin ku ew kolberê kurd zewicî bûye û bavê zarokekî bûye.