Tirkiye: 72 kesên din bi Koronyê mirine Tirkiye: 72 kesên din bi Koronyê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tirkiye: 72 kesên din bi Koronyê mirine

BasNews-Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 1815 kesên din bi vîrusa Covid-19 ketin û herwiha 72 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Li gorî amarên rojane, îro 101 hezar û 403 pişkinînên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatin kirin û hejmara pişkinînan bi giştî gihişt 12 milyon û 408 hezar û 312an.

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê dibêje, di 24 saetên dawîn de testên 1815 kesan pozîtîv bûne û bi Coronayê ketine, herwiha 72 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li gor amarên fermî, ji destpêkê ve heta niha 347 hezar û 493 kes li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi Covid-19 ketine û 9 hezar û 296 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê diyar kiriye, her îro 1504 kes ji nexweşên Coronayê ji wê vîrusê pak bûn û hejmara kesên ku heta niha baş bûne, gihişt 304 hezar û 3 kesan.