Mîlîsên Heşdî Şabî vekişîna ji navenda Bexdayê red dikin Mîlîsên Heşdî Şabî vekişîna ji navenda Bexdayê red dikin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Mîlîsên Heşdî Şabî vekişîna ji navenda Bexdayê red dikin

BasNews- Îro roja yekşemê 18.10.2020an parlementerên Iraqê yên ser bi milîsên Heşdî Şabî, merc danîn ji  bo hikûmetê bo vekişîna Heşdî Şabî ji navenda Bexdayê û dane zanîn ku nabe Heşdî Şabî ji nava bajaran derkevin.

Hejmarek parlementerên ereb ê di lîjneya asayiş û bergiriya parlementoya Iraqê de de îro di kongreyeke rojnemevanî de merc danîn pêş Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo derketina Heşdî Şabî ji nava navenda bajaran.

Parlementerê Iraqê Mihemed Reza di kongreya rojnemevanî de aşkere kir Heşdî Şabî nikare ji nava bajaran derkeve û ew hêza Wezareta Navxwe tuneye asayîşê li nava bajaran pêk bîne.

Herwiha Mihemed Reza tekez jî kir ew weke lîjne çavdêriya hengawên Mistefa Kazimî dikin û nabe Heşdî Şabî ji nava bajaran derkevin.