Iraq- 56 kesên din bi Koronayê mirine Iraq- 56 kesên din bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Iraq- 56 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa Koronayê 56 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên bûrî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 56 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 110 kes bi vîrûsa Koronayê ketine.

Herwiha di heyama 24 demjimêrên bûrî de 3 hezar û 186 nexweşên Koronayê baş bûne.

Di berdewamiyê jî de Wezareta Tendirustiyê tekez kiriye heta niha 426 hezar û 634 kes li Iraqê bi vîrûsa Koronayê ketine û 10 hezar û 254 kes jî bi Koronayê mirine.