Mesrûr Barzanî: Rojane 1.7 milyon dolar em ji bo berhemanîna elektrîkê xerc dikin Mesrûr Barzanî: Rojane 1.7 milyon dolar em ji bo berhemanîna elektrîkê xerc dikin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Mesrûr Barzanî: Rojane 1.7 milyon dolar em ji bo berhemanîna elektrîkê xerc dikin

BasNews - Ji ber zêdebûna pêwîstiya xelkê bi elektirîkê, xerciya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berhemanîna elektirîkê û dabînkirina wê zêdebûnê, Serokê Hikûmetê radigihîne, “Rojane 1 milyon û 700 hezar Dolar ji bo berhemanîna elektirîkê xerc dikin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di tora xwe ya civakî Twitterê de ragehand, “Pêwîstiya bi elektirîkê li hemû Herêma Kurdistanê di zêdebûnê de ye, vê yekê jî erkê aborî li ser hikûmetê zêde kiriye.”

Di beşeke din a twîtta xwe de, Serokê Hikûmetê ragihand, “Em jêrxan ango bingehê elektirîkê nû dikin û riyên berhemanînê çak dikin, ji bo xerca wê kêm bikin. Bi vê yekê jî dikarin projeyên din li hemû Kurdistanê zêde bikin.”

Ji bo dabînkirina elektirîkê ji hemû mal û cihên kar li Kurdistanê, Mesrûr Barzanî tekezî li wê dike, “Rojane 1 milyon û 700 hezar dolar xerc dikin.”

Pêştir Serokê Hikûmetê Herêma Kurdistanê aşkere kiribû, hikûmet hilberînê dike, ji bo dabînkirina enerjiya paktir û erzantir ji Kurdistanê re.

Kurdistan rojane 3 hezar megawatt elektirîk berhem tîne ku jêdera sereke ya berhemanîna wê elektirîkê wiha ye:

- Gaza xwezayî: %76

- Nefta reş: %13

- Av %7

- Dizel: %4

Ev daxuyaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê ye, li Herêma Kurdistanê bi sedan projeyên taybet ên sektora elektirîkê bi vî awayî hatine encamdan:

- Hewlêr: 118 proje bi piştbestin bi %8 ji dahata elektirîkê bi 4.5 milyar Dînar.

- Silêmanî: 244 proje bi têçûna 7.86 milyar Dînar.

- Duhok: 44 proje bi têçûna 3.58 milyar Dînar.

- Germiyan: 7 proje bi têçûna 260 milyon Dînar.