Li Îranê 252 kesên din bi Koronayê mirin Li Îranê 252 kesên din bi Koronayê mirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Îranê 252 kesên din bi Koronayê mirin

BasNews – Li Îranê 252 kesên din bi Koronayê mirin û nêzîkî 3900 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 3 hezar û 890 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 530 hezar û 380 kesan.

Wezareta tenduristiya Îranê her wiha da zanîn, ji duhî de 252 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 30 hezar û 375 kesan.

Li Îranê hejmara nexweşên ku baş bûne jî gihîştiye 427 hezar û 400 kesan.