Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li sefîrê Hîndistanê li Iraqê kir Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li sefîrê Hîndistanê li Iraqê kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li sefîrê Hîndistanê li Iraqê kir

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li sefîrê Hînistan li Iraqê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li sefîrê Hîndistan li Iraqê, Bîrender Sîng Yadav kir.

Di civînê de pêwendiyên Hîndistanê bi Kurdistan û Iraqê re hatin axaftin.

Sefîrê Hîndistanê amadehiya welatê xwe bo pêşxistina pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re nîşan da bi taybet di warên enerjî, çandinî û teknolojiyê de.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ronahî xist ser karnameya kabîneya nehem ya hikûmetê bi taybet di warê hêsankarî bo sermiyandar û karsazên biyanî û navxwe û ragihand, Herêma Kurdistanê ji ber pêgeha xwe, dikare bibe navendeka bazirganî ya girîng li Iraq û Rojhilata Navîn.