Berpirsê xwandina kurdî li Kerkûkê: Nayê zanîn dê kengê xwandin dest pê bike Berpirsê xwandina kurdî li Kerkûkê: Nayê zanîn dê kengê xwandin dest pê bike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Berpirsê xwandina kurdî li Kerkûkê: Nayê zanîn dê kengê xwandin dest pê bike

BasNews – Berpirsê xwendin û perwerdeya kurdî li Kerkûkê dibêje, heta niha nayê zanîn xwandina kurdî li Kerkûkê dê kengê dest pê bike.

Berpirsê xwandin û perwerdeya kurdî li Kerkûkê, Şêrzad Reşîd ji BasNewsê re got, heta niha ti biryarek bo destpêkirina xwandina kurdî li Kerkûkê û vebûna dibistanên Iraqê nehatiye dayîn. Em li benda wezareta perwerdeya Iraqê ne.

Şêrzad Reşîd her wiha got, dê destpêka meha Mijdara îsal xuya bike ka dê xwandin çawa be. Yan dê bibe online yan jî bi şiklekî din dibe.

Her sal, nîva duyem ya meha Îlonê dibistan li Kerkûk û Iraqê vedibin lê îsal ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, dibistan girtî ne û nayê zanîn dê kengê vebin.