Serokê Herêma Kurdistanê komkujiya devera Ferhaniye ya Selahedîn şermezar kir Serokê Herêma Kurdistanê komkujiya devera Ferhaniye ya Selahedîn şermezar kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serokê Herêma Kurdistanê komkujiya devera Ferhaniye ya Selahedîn şermezar kir

BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kuştina komek sivîl li bajarokê Beled yê Iraqê ji aliyê çekdaran ve şermezar kir.

Şeva borî li devera Ferhaniye ya bajarokê Beled li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê, 8 kesên sivîl ji aliyê terorîstan ve hatin komkujkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser wê rûdanê peyamek belav kir û ew êriş bi tundî şermezar kir.

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji aliyên pêwendîdar yên hikûmeta Iraqê jî kir ew terorîstên ku ew êriş kirine, bibînin û teslîmî dadgehê bikin da ku bên sizadan.

Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin jî ku hemû hêz û alî divê piştevaniya hikûmetê bikin bo nehîştina gef û êrişên wiha li ser welatiyan.