Rêveberekî Gorran: Taximekî serxweveçûyî ya nav YNKê xiyaneta 16ê cotmehê pêkanî Rêveberekî Gorran: Taximekî serxweveçûyî ya nav YNKê xiyaneta 16ê cotmehê pêkanî
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rêveberekî Gorran: Taximekî serxweveçûyî ya nav YNKê xiyaneta 16ê cotmehê pêkanî

BasNews – Rêveberê Tevgera Gorran li sêyem salvegera xiyaneta 16ê cotmehê de diyar kir ku ‘’Taximekî nav YNKê Kerkûk firot.’’

Sibe 16ê cotmehê ye û seyem salvegera 16ê cotmeha 2017ê ye ku Lahor Cengî ew xiyanet pêkanî û ji ber wê jî nîvê axa başûrê Kurdistanê ket dest milîs û hêzên Iraqê.

Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Gorran Şêx Feysel Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heyf nav kurdan de xiyanet hîn maye, lê lez kirina asayî kirina rewşa navçeyên Kurdistanê gelek giringe. Ji ber heta naha rojane ereb kirin berdewam dike, ev yek jî rêgirtine li bicîhanîna madeya 140. Derveyî wê jî em dibînin rojane li Qeretepe, Hemrîn û Xaneqînê kurd vala dikin.’’

Herwaha got, 16ê cotmehê yek ji planên herî xirab ên mezin bû li dijî kurdan pêkhat û diyar kir: ‘’Rengdana vê gelek xirab bû û piştrastbin dê rengdanên wê yên xirabtir jî hebe. Ji ber wê divê lez bê kirin di rêkeftina li gel Bexdayê de. Herçend birîna 16ê cotmehê bi asanî nayê pêçan jî, ji ber birîneke girane û bandora wê jî girane li ser axa Kurdistanê û derûniya kurdan.’’

Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Gorran got: ‘’16ê cotmehê nekêmbû. Em dibînin ji ber wê xiyanetê çi li kurdan tê kirin. mixabin wê demê rêveberiya YNKê di dest taximeke ciwan de bû ku pir serxweçûyîbûn û guh nedidan kesê. Bi awayekî ew rêkeftin pêkanîn ku wek ew hema her tiştin, lê em dibînin encamên wê bûn çi.’’