BasNews- Wezîrê Nefta Iraqê Îhsan Ebdulcebbar pêşniyaza damezirandina kompanyayekê dike ji bo birêvebirin, derxistin û şandina nefta xam a Herêma Kurdistanê kir.
Îro roja sêşemê 13.10.2020an Wezîrê Nefta Iraqê Îhsan Ebdulcebar, ji medyaya fermî ya Iraqê re axivî û da zanîn ku têgihiştineke baş di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de li ser pirsa neftê heye û hewleke ciddî ya çareseriya kêşeyan heye li ser bingeha destûrê bo derxistin birêvebirin û şandina nefta Herêma Kurdistanê.
Îhsan Ebdulcebbar herwiha pêşniyaz damezirandina kompanyayeke newtê ya Herêma Kurdistanê kiriye bo serperiştiya proseya derxistin rêvebirin û şandina nefta n bo kêlgehên neftê yên Herêma Kurdistanê. Herwiha Îhsan Ebdulcebbar amaje bi wê yekê jî kiriye ji hev têgihiştineke baş di navbera Hewlê û Bexdayê de heye li ser çareseriya pirsa neftê û Herêma Kurdistanê bo çareseriya kêşeyên neftê xwedî helwêesteke erênî ye.