BasNews – Li Îranê 251 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan û zêdetirî 3800 kesên din jî pê ketin.
Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav şev û rojekê de 3 hezar û 822 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û hejmara pêketiyan gihîşt 500 hezar û 75 kesan.
Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 251 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara miriyan gihîştiye 28 hezar û 544 kesan.
Li Îranê hejmara nexweşên Koronayê yên ku baş bûne jî gihîştiye 406 hezar û 380 kesan.