Rêveberekî PDKê: Em danûstanê li gel Lahor Cengî nakin û ti nirxeke gotinên wî tine Rêveberekî PDKê: Em danûstanê li gel Lahor Cengî nakin û ti nirxeke gotinên wî tine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rêveberekî PDKê: Em danûstanê li gel Lahor Cengî nakin û ti nirxeke gotinên wî tine

BasNews – Endamê rêveberiya PDKê Hîwa Geylanî bersiva rêveberê taxima xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê yê nav YNKê da û dibêje partiya wan danûstandinê li gel Lahor Cengî nake û wî wek xwedî biryarê nav YNKê jî nasnake.

Endamê rêveberiya PDKê Hîwa Geylanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDK bo danûstandinên li gel YNKê de, bi dîtina Lahor Cengî ve siyasetê li gel YNKê nake. Wek kes PDK danûstanê li gel ti kesê nake, wek sazî danûstan dike. Wisa siyaset dike. Ji ber wê gelek caran wî alî û aliyê din tê bîhîstin ku hin kes nav YNKê de dixwazin derbê li PDKê bidin, lê PDK dizane çi dike û nêzîkatiya wan ne helwêsta fermî ya YNKê ye.’’

Herwaha diyar kir li gel ezmûnên wan kesên wek Lahor Cengî ‘’Bi taybet nebûne hejmar nav partiya xwe bixwe de jî, ji ber wê danûstanê li gel kesên wek Lahor Cengî em nakin û wek xwedî biryara YNKê jî em nasnakin.’’herwaha diyar kir ew cure kesane her gotinekî bikin jî ti nirxekî xwe tine.

Hîwa Geylanî di beşeke din ê daxuyaniya xwe de jî got: ‘’Lahor Cengî hin gotin kirine derbarê rêkeftina PDKê û YNKê de. Em dizanin çima wan gotinan dike, em dibêjin çaksazî bila bên kirin ji ber hin kes nav YNKê de zerer dibînin. PDK li gel wan kesan danûstandinê dike ku pêgeha xwe parastibin û nebine zilamê ti kesekî.’’

Herwaha diyar kir, PDK ji wan partiyane ku pêbende bi rêkeftinên ku kirine û ti demekî li helwêst û gotinên xwe paşde gav navêje. Ji ber wê pêbendbûnê jî wisa dike encûmena wezîran bi yek tîm kar bikin û hewldanên Lahor Cengî û ew gotinên wî yên bê bingeh di torên civakî de dike bandora xwe jî tine.

Hîwa Geylanî got: ‘’Lahor Cengî ne ew kese ku PDK wek nûnerê YNKê danûstanê li gel bike, ji ber danûstan li gel organên fermî yên YNKê û xwedî biryara rasteqîn a partiyê dike. Kesekî wek Lahor jî muxatab wernagre.’’