Mesrûr Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê alîkar bûye bo başkirin û bicîhanîna têgeha kabîneya me Mesrûr Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê alîkar bûye bo başkirin û bicîhanîna têgeha kabîneya me
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Mesrûr Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê alîkar bûye bo başkirin û bicîhanîna têgeha kabîneya me

BasNews – Îro 05.10.2020ê li ser daxwaza serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rûniştineke taybet bo aşkera kirina kar û projeyên heta naha yên kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê birêve çû.

Di rûniştinê de serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî raportek derbarê kar û projeyên heta naha yên kabîneya nehem pêşkeş kir û piştre jî piraniya parlamenteran pirs li serokwezîr û cîgirê serokwezîr û wezîrê darayî kirin û hemû pirs hatin bersivandin.

Mesrûr Barzanî derbarê rûniştina îro de li ser tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, ‘’Peyvendiyeke me ya bihêz li gel Parlamentoya Kurdistanê alîkar bûye bo baştirkirin û bicîhanîna têgeha kabîneya me.’’

Serokwezîrê ragehand: ‘’Me ji destpêkê ve îşaret bi rola bi bandor a parlamentoyê kiriye bo çavdêr be di karên hikûmetê de.’’