Li Besra bîreke neftê ya nû hate dîtin Li Besra bîreke neftê ya nû hate dîtin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Besra bîreke neftê ya nû hate dîtin

BasNews – Îro 01.10.2020ê hat ragehandin, bîreke neftê ya nû li navçeya Zubeyrî ya ser bi parêzgeha Besra ya başûrê Iraqê hate dîtin.

Şîrketa kolandinê ya Iraqê îro aşkera kir, li gor planekî dest bi kolana bîra nefta nû kirine, ku li Zubeyr a Besrayê hatiye dîtin.

Li gor daxuyaniya heman şîrketê bi rêya amûrê IDC – 38ê ve karê kolanê dane destpê kirin, ku amûrê herî nû yê vî kariye.

Şîrketa taybetmend a Iraqê bi beyanameyekî amaje bi wê yekê kir ku karmendên hunerî û endazyarî yên şîrketê dest bi lêdana bîra Zubeyr /460ê kirine û ev yek jî di çarçoveya kolana 14 bîrên neftê yên nû de li navçeyê pêktê.