BasNews- Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir peyamek ji milîsên ser bi xwe ve şand.
Îrop pêncşemê 01-10-2020an, Muqteda Sedir, du peyam bo komên ser bi xwe yên Supay Îmam Mehdî û Lîway Yemuy Mew'ud, ku beşek in li milîsên Heşdî Şebî.
Muqteda Sedir dibêje ew herdu komên ser bi wî hemû amadekariya wan heye û ew dikarin bi asanî rûberûyî dagirkeran bibin lêbelê wan niha ew rûberûbin ragirtiye ji ver rewşa aloz a Iraqê.
Muqteda Sedir aşkere bang li wan komên ser bi xwe kiriye û daxwaz ji wan kiriye wê ti komên nû bi navê milis neyên damezirandin û “mucahîd rewşa Iraqê” li ber çavan bigirin.