Mesrûr Barzanî ji ber êrîşa mûşekî peyvendiyek telefonî li gel Mistefa Kazimî pêkanî Mesrûr Barzanî ji ber êrîşa mûşekî peyvendiyek telefonî li gel Mistefa Kazimî pêkanî
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Mesrûr Barzanî ji ber êrîşa mûşekî peyvendiyek telefonî li gel Mistefa Kazimî pêkanî

BasNews – Îşev li deverekî bin kontrola hêzên Heşdî Şeibî ve li sînorê bajarokê Bertile ve 6 mûşek ji Hewlêrê re hatin avêtin û vê derbarê de serokwezîrê herêma Kurdistanê, li gel serokwezîrê Iraqê peyvendiyekî telefonî pêkanî.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand: ‘’Ez bi tundî êrîşa îşev ya li ser Hewlêrê şermezar dikim. Hikûmeta herêma Kurdistanê ti hewldanekî qebûl nake ku ziyanê bigehîne seqamgiriya Kurdistanê û dê bersiva me jî tund be.’’

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku bi telefonê li gel serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê vê êrîşê de axaftiye, ku encamderên wê êrîşê bigehin cezayê xwe.