Serok Barzanî ji ber koça dawiyê ya medyakar Kamîran Merî peyamek belav kir Serok Barzanî ji ber koça dawiyê ya medyakar Kamîran Merî peyamek belav kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serok Barzanî ji ber koça dawiyê ya medyakar Kamîran Merî peyamek belav kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya medyakar Kamîran Merî peyamek serxweşiyê belav kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî peyam waha ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin min nûçeya koça dawî ya medyakar (Kamîran Merî) bihîst.

Pirse û serxweşiyê li malbat û xizm û hevpîşeyên xwedê jêrazî Kamîran Mer`î dikim, xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê xwedê jêrazî Kamîran Mer`î bi bihûşta fireh şad bike, hedar û aramiyê jî bi malbat û kesukarên wî bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
30 ê Eylûla 2020