Li Tirkiyê 65 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan Li Tirkiyê 65 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Tirkiyê 65 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan

BasNews - Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 65 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 8 hezar û 195 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 30yê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1391 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 318 hezar û 663 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1245 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 279 hezar û 749 kesan.