Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê: Li devera sînorê Heşdî Şeibî ve 6 mûşek avêtin Hewlêrê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê: Li devera sînorê Heşdî Şeibî ve 6 mûşek avêtin Hewlêrê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê: Li devera sînorê Heşdî Şeibî ve 6 mûşek avêtin Hewlêrê

BasNews – Wezareta Navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê avêtina mûşekên bo balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê daxuyaniyek da.

Li gor daxuyaniya wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê hat ragehandin: ‘’Îro 30.09.2020ê demjimêr 20:30ê 6 mûşek ji balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê re hatin avêtin, lê ti yek ji wan negeheşt armanca xwe û ti ziyanekî çênebû.’’

Hat ragehandin Mûşek ji sînorê Birgle ya navbera gundê Şêx Emîr û Terile li ser pîkabekî hatine avêtin û ew dever jî dikeve sînorê Lîwa ya 30 a Heşdî Şeibî. Tîmên taybet ên me mijûlê lêkolînên bi hûrgilî en bo bidestxistina zanyariyan.

Daxuyaniyê de hat gotin; ‘’Em vê êrîşa terorîstî ya metirsîdar  bi awayê herî tund şermezar dikin û ji her aliyekî ve amadekariya me heye bo bersiv dayîna her destdirêjiyekî.’’

Herwaha wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê got: ‘’Em daxwazê ji hikûmeta federal a Iraqê dikin, dest bi îcraatên pêwîst bike.’’

Wezareta Navxwe ya herêma Kurdistanê

30.09.2020.