Mistefa Kazimî hejmarek efserên payebilind ên îstixbaratê ji kar dûrxist Mistefa Kazimî hejmarek efserên payebilind ên îstixbaratê ji kar dûrxist
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Mistefa Kazimî hejmarek efserên payebilind ên îstixbaratê ji kar dûrxist

BasNews – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hejmarek efserên payebilind ên îstixbarata Iraqê li ser kar dûrxist û sedemê dûrxistina kar jî di çarçoveya lêkolîn û pêdeçûnên ser êrîşên mûşekî yên nav bajarê Bexdayê ye.

Îro çapemeniya Iraqê nivîsek belav kir ku amaje bi wê yekê dike roja duşemê fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê û serokwezîr Mistefa Kazimî biryara dûrxistina çend efserekî payebilind ê îstixbarata Iraqê daye. Ev biryar piştî êrîşa mûşekî ya navçeya Rezwaniye ya Bexdayê pêkhat, ku di encamê de heft endamên malbatekî jî jiyana xwe ji dest dabûn.

Ev biryara Kazimî peyvendiya xwe bi bûyera Rezwaniye û êrîşên mûşekî yên vê dawiyê li Bexdayê pêktên ve heye, ku ew êrîş li ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexda û balefirgeha navnetewî ya Bexdayê pêkhatin.

Di wê nivîsê de tê gotin 4 efserên payebilindên îstixbarata Iraqê ji kar hatine dûrxistin, piraniya wan jî ewin ku peyvendiya wan bi rêveberiya îstixbarata navçeya Rezwaniye û derdora wê ve heye li Bexdayê.