BasNews – Li Îranê 183 kesên din bi Koronayê can dan û nêzîkî 3600 kesên din jî pê ketin.
Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 3 hezar û 582 kes bi Koronayê ketine.
Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 183 kes jî bi Koronayê mirine û bi sedan kes jî baş bûne.
Bi vî rengî, hejmara kesên ku heta niha li Îranê bi Koronayê ketine, gihîşt 457 hezar û 219 kesan ku 26 hezar û 169 kes ji wan mirine û 380 hezar û 956 kes jî baş bûne.