Fermandeyekî Pêşmerge: Zêdebûna komên çekdar li Kerkûkê, rê bo êrişên DAIŞê xweş dike Fermandeyekî Pêşmerge: Zêdebûna komên çekdar li Kerkûkê, rê bo êrişên DAIŞê xweş dike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Fermandeyekî Pêşmerge: Zêdebûna komên çekdar li Kerkûkê, rê bo êrişên DAIŞê xweş dike

BasNews – Fermandeyekî Pêşmerge li eniya Kerkûkê dibêje, ji ber zêdebûna hêzên çekdar û milîsan rewşa Kerkûkê roj bi roj xirabtir dibe.

Cîgirê fermandehiya Pêşmerge li eniya Kerkûkê, Ekrem Reşîd Dêkonî ji BasNewsê re got, rewşa ewlehiya Kerkûkê roj bi roj xirabtir dibe û DAIŞ jî bi pilanên nûtir êrişên terorîstî dike.

Ekrem Reşîd Dêkonî her wiha got, yek ji sebebên alozbûna rewşa Kerkûkê, hebûna gelek komên çekdar û milîsan e. terorîstên DAIŞê mifayê ji wê yekê werdigirin û êrişan dikin. Taktîtekî DAIŞê ew e ku bixwaze li cihekî êrişekî bike kincên serbazî yên hêza ku li wir bicîh bûye, li ber dike! Bi vî rengî bi hêsanî çalakiyên xwe dike.

Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku tekane çareseriya rewşa Kerkûkê ew e ku hêzên Iraqî bi Pêşmerge re hêzeka hevbeş pêk bîne û bi hev re li dijî terorê şer bikin.