Li Herêma Kurdistanê 24 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan Li Herêma Kurdistanê 24 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Herêma Kurdistanê 24 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

BasNews – Li Herêma Kurdistanê 24 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 673 kes bi Koronayê ketine û 24 kes jî bi Koronayê mirine.

Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 430 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Bi vî rengî, hejmara kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine, gihîşt 47 hezar û 810 kesan. 30 hezar û 605 kes ji wan baş bûne û hezar û 749 kes jî mirine.