BasNews – Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Şêx Sebah El Ehmed Cabir El Sebah peyamekî serxweşiyê belav kir.
Peyama serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî waha ye:
Peyameke serxweşiyê ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve
Mixabin nûçeya koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Şêx Sebah El Ehmed Cabir El Sebah me bihîst. Serxweşiyê li malbata birêz emîr û xelkê Kuwêtê dikim. Dewleta Kuwêtê û bi taybet cenabê Şêx Sebah peyvendiyekî dostane ya bihêz li gel herêma Kurdistanê hebû. Hemû temenê xwe jî ji bo xizmeta welatê xwe û seqamgiriya aştî li navçeyê veqedandibû. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wî bi biheştê şad bike û aramî û sebrê bide xelkê Kuwêtê.
Mesrûr Barzanî
29.09.2020ê.