BasNews – Berpirsê berê yê devera Germiyan ya Herêma Kurdistanê bi nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest da.
Berdevkê rêveberiya devera Germiyan, Heval Îbrahîm ji BasNewsê re got, îro danê sibê berpirsê berê yê devera Germiyan, Selah Koyxe li nexweşxaneya Enwer Şêxe ya Silêmaniyê canê xwe ji dest da.
Heval Îbrahîm da zanîn, Selah Koyxe bi nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest daye.
Selahedîn Mihemed, ku wek Selah Koyxe dihat naskirin, sala 1953 li gundê Banemor yê nahiya Qoretû ya bajarê Xaneqînê ji dayîk bibû. Sala 1983 tevlî refên Pêşmerge bibû.
Selah Koyxe ji sala 2020 ve heta dûmahîka Tîrmeha îsal berpirsê devera Germiyan bû.