Hewlêr - Bi çavdêriya serokê hikûmetê 3 pirojeyên elekitîrkê tên vekirin Hewlêr - Bi çavdêriya serokê hikûmetê 3 pirojeyên elekitîrkê tên vekirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Hewlêr - Bi çavdêriya serokê hikûmetê 3 pirojeyên elekitîrkê tên vekirin

BasNews – Li bajarê Hewlêrê çend pirojeyên elektirîkê bi merasimên fermî tên vekirin.

Sibê li Hewlêrê û di bin çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 3 pirojeyên elektirîkê bi merasimên fermî tên vekirin.

Di merasimên vekirina wan pirojeyan de, wezîrê elektirîkê Kemal Mihemed û parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî û çend berpirsên din yên hikûmetê beşdar dibin.

Ew pirojeyên ku sibê tên vekirin, ev in: Santrala 132 KV, kişandina xeta fişara bilind ya 132 KV û derxistina fîderên 33 KV û 11 KV.

Ew pirojeyên han bi bûdceya 14 milyon û 770 hezar dolar û ji aliyê şîrketa Best ve hatine çêkirin.