Kazimî: Iraq li ber qonaxeka metirsîdar de ye Kazimî: Iraq li ber qonaxeka metirsîdar de ye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Kazimî: Iraq li ber qonaxeka metirsîdar de ye

BasNews – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dibêje, ji ber belavbûna çekên ne qanûnê welat rastî metirsiyeka mezin hatiye.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro li Bexdayê pêşwazî li wezîrê berevaniya Îtaliya, Lorenzo Guerini kir.

Di civînê de Kazimî ragihand ku hikûmeta Iraqê ketiye bin barekî giran ji ber belavbûna çekên ne qanûnî, ev jî bûye metirsiyeka mezin li ser aramiya welêt.

Serokwezîrê Iraqê da zanîn ku hêzên ewlehiyê bi rijdî li ser sepandina qanûnê berdewam in. Bo parastina dîplomatên biyanî jî, çi ji destê wan tê dikin û dê bikin jî.