Sûriye – Li Tertûsê zilamekî xwe û sê keçên xwe kuştin! Sûriye – Li Tertûsê zilamekî xwe û sê keçên xwe kuştin!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Sûriye – Li Tertûsê zilamekî xwe û sê keçên xwe kuştin!

BasNews – Li bajarê Tertûs yê Sûriyê, zilamekî xwe û sê keçên xwe kuşt û jina xwe jî birîndar kir!

Li gorî medyaya Sûrî, duhî li bajarê Tertûrsê zilamekî bi navê Xedîr Selam xwe û sê keçên xwe kuştin û jina xwe jî birîndar kir.

Wî zilamî beriya ku wê komkujiyê bike, li ser rûpela xwe ya facebookê gotibû: Dema hûn vê peyamê bixwînin min xwe û sê keçên xwe kuştine…!

Wî zilamî her wiha daye zanîn, du kesan gefa şewitandina wî û keçên wî xwaribûn û hêza wan jî hebû wê yekê bikin, loma wî bi neçarî xwe û keçên xwe kuştine.

Ew du kesên ku ew zilam behsa wan dike, hatine girtin.

Berpirsên hikûmeta Sûriyê dibêjin, ew arîşe ji ber nakokiyên madî bûye û jina wî jî niha li nexweşxanê ye û xetera mirina wê nîne.