Bexda – Di êrişeka mûşekî de 5 kes hatin kuştin Bexda – Di êrişeka mûşekî de 5 kes hatin kuştin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Bexda – Di êrişeka mûşekî de 5 kes hatin kuştin

BasNews – Di êrişeka mûşekî de li Bexdayê 5 endamên malbatekê hatin kuştin.

Îro danê êvarê çend mûşek li derdora firokexaneya Bexdayê ketin.

Li gorî agahiyan, ew mûşek arasteyî firokexanê hatibûn kirin lê li malekê nêzîkî firokexanê ketin.

Tê gotin ku ji ber ketina mûşekan 5 endamên malbatekê hatine kuştin.