Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata hunermend Ebas Jajleyî Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata hunermend Ebas Jajleyî
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata hunermend Ebas Jajleyî

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxî da Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Kurdistanê Kuwîstan Mihemed, ji ber koça dawî ya apê wê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî telefona wezîra kar û karûbarên civakî ya Kurdistanê Kuwîstan Mihemed kir û sersaxî da wê, ji ber koça dawî ya apê wê yê hunermend Ebas Jajleyî.

Mesrûr Barzanî xemgînî û hevxemiya xwe gihand malbata hunermend Ebas Jajleyî û ji Xwedê xwast ruhê rehmetî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê jî bide malbat û mirovên wî.