Li Îranê 190 kesên din bi Koronayê mirin Li Îranê 190 kesên din bi Koronayê mirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Îranê 190 kesên din bi Koronayê mirin

BasNews – Li Îranê 190 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 3500 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 3 hezar û 512 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 449 hezar û 960 kesan.

Wezareta tenduristiya Îranê da zanîn jî, ji duhî de 190 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 25 hezar û 779 kesan.

Li Îranê hejmara nexweşên Koronayê yên ku baş bûne jî gihîştiye 376 hezar û 531 kesan.