Li Iraqê 62 kesên din bi Koronayê mirin Li Iraqê 62 kesên din bi Koronayê mirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Iraqê 62 kesên din bi Koronayê mirin

BasNews – Li Iraqê 62 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 4100 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Iraqê amarên 24 saetên borî yên Koronayê ragihand.

Li gorî amarên han, di nav 24 saetên borî de 4 hezar û 116 kes bi Koronayê ketine û hejmara giştî ya pêketiyan gihîştiye 353 hezar û 566 kesan.

Wezareta tenduristiya Iraqê da zanîn, ji duhî de 62 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan jî gihîştiye 9 hezar û 52 kesan.

Li Iraqê ji duh îde 4 hezar û 111 nexweşên Koronayê jî baş bûne û hejmara yên ku baş bûne, gihîştiye 284 hezar û 784 kesan.