Parlementerekî Gorran: Tirsa wê heye Amerîka sînorên Perwîzxan û Başmax bixe lîsteya reş! Parlementerekî Gorran: Tirsa wê heye Amerîka sînorên Perwîzxan û Başmax bixe lîsteya reş!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Parlementerekî Gorran: Tirsa wê heye Amerîka sînorên Perwîzxan û Başmax bixe lîsteya reş!

BasNews – Parlementerekî Gorran dibêje, tirsa wê heye Amerîka deriyên sînorî yên Perwîzxan û Başmax, ji ber qaçaçîtiyê bixe lîsteya reş!

Piştî ku malpera Amerîkî ya Al Monitor, raportek li ser deriyê sînorî yî Perwîzxan, ku di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de ye û di bin desthilata YNKê de ye, raportek li ser qaçaçîtiya ku li wir tê kirin, belav kir, parlementerê Gorranê li parlementoya Kurdistanê Rizgar Mihemed li ser Perwîzxan û Başmax agahiyên sosret da BasNewsê.

Rizgar Mihemed da zanîn ku tirsa wê heye Amerîka deriyên Perwîzxan û Başmax bixe lîsteya reş û got, ji ber ku ew dergehên sînorî di destê hinek kesan de ne û hatine qorixkirin. Di wan dergehan re qaçaxçîtiyek mezin tê kirin. Divê wezareta darayî wan deriyên sînorî birêve bibe.

Wî parlemetnerê Gorran agahiyên zêdetir li ser lîsteya reş ya Amerîka da û got, wek hûn dizanin Amerîka ambargo daniye ser aboriya Îranê. Îran dikare bi rêka wan deriyên sînorî re tiştên xwe bişîne bazarên din yên cîhanê û bi vî rengî ambargoyê bişkêne. Wek malpera Al Monitor jî gotiye, tiştên ku bi rêka wan sînoran re tê, tenê xiyar û temate nînin, tiştên din jî hene. Loma tirsa wê heye Amerîka amabargoyê dayne ser wan deriyan.

Rizgar Mihemed anî ziman ku ew bi xwe çûne deriyên sînorî û dîtine li wan deran çi diqewime û got, li ber çavên me qaçaxçîtî dikirin. Me ji wan re got ku eger hûn gumrikê nedin emê we bidin dadgehê. Berpirsên gumrika Perwîzxan digotin eger bihêlin emê dahatê gelekî zêdetir bikin. Lê hinek kes nahêlin! Bi gotina berpirsan, niha mehane derdora 20-23 milyar dînar dahata Perwîzxan heye. Rojane jî derdora 600-700 milyon dînar heye. Eger qaçaxçîtî nebe dikarin rojane milyarek dînar gumrik kom bikin.

Bi gotina wî endamê parlementoyê, dînarek ji wî diravî naçe berîka hikûmetê!

Rizgar Mihemed bang li hevserokên YNKê kir, di warê nehîştina qaçaxçîtiyê de hinek gavan bavêjin, ji ber ku xelk gelekî nîgeran e.