Serokkomartiya Tirkiyê çiyayê Cîlo û Golên Satê wek Parka Mîllî ragehand Serokkomartiya Tirkiyê çiyayê Cîlo û Golên Satê wek Parka Mîllî ragehand
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serokkomartiya Tirkiyê çiyayê Cîlo û Golên Satê wek Parka Mîllî ragehand

BasNews - Serokkomariya Tirkiyê biryar da, herêma Çiyayên Cîlo û Golên Satê yên Colemêrga Bakurê Kurdistanê, bibin "parka millî."

Çiyayê Cîlo yek ji çiyayên herî bilind ên Kurdistanê ye, ku bilindahiya wî 4116 metre ye, di van demên dawî de bûye cihekî geştiyariyê.

Biryara Serokkomariya Tirkiyê ya di derbarê Çiyayên Cîlo de, di Rojnameya Fermî de hat weşandin û li gor wê biryarê Çiyayên Cîlo û Gola Satê wek "parka millî" hat îlankirin.

Qada Parka Millî ya Çiyayên Cîlo û Satê ya Colemêrgê, wek 27 hezar û 500 hektar hat destnîşankirin.

Welatiyên ji bo dîtina xweşikahiyên sirûştî yên li Çiyayê Cîloyê û Gola Satê diçin herêmê, di nav kulîlkên rengîn, ava zelal, berfa neheliyayî de dema xwe derbas dikin û kêfxweş dibin.

Li lûtkeya çiyayên Cîlo û Çarçela, li ser kevir û zinaran resmên guldexwîn, mirov, mar, xezal, pezkovî, kêrguşk, gur, rovî û şiklên sembolîk hene.

Ziyaretvan, li herêma ku şeklên li ser keviran ên ji heyama beriya dîrokê mane, wêneyan dikşînin li ber nîşaneyan şaş û heyirî dimînin.