Îranê Ermenîstan û Azerbeycan hişyar kir Îranê Ermenîstan û Azerbeycan hişyar kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Îranê Ermenîstan û Azerbeycan hişyar kir

Herman Xalîd

BasNews – Berpirsekî payebilindê Îranê hişyarî da artêşên her du welatên Azerbeycan û Ermenîstanê û daxwaza dûrxistina şer li wan kir.

Cîgirê fermandarê polîsê Îranê Qasim Rezayî ji çapemeniya welatê xwe re ragehand, welatê wan hikûmetên Azerbeycan û Ermenîstanê hişyar kirine ku mûşekên her du aliyan li axa Îranê nekevin.

Piştî derketina şer di navbera artêşa Ermenîstan û Azerbeycanê de, çapemeniya Îranê belav kir, du guleyên hewanê yên şerê wan her du dewletan li bakurê rojavayê Îranê ketine xwar.

Qasim Rezayî ragehand, welatî wan hişyarî daye her du welatan û daxwaz ji wan kiriye şerê navbera xwe ji sînorê Îranê dûr bixin.