Dr. Mehmûd Osman: Yekem care Amerîka gefa daxistina balyozxaneya Bexdayê dixwe Dr. Mehmûd Osman: Yekem care Amerîka gefa daxistina balyozxaneya Bexdayê dixwe
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Dr. Mehmûd Osman: Yekem care Amerîka gefa daxistina balyozxaneya Bexdayê dixwe

Hêmin Salih

BasNews – Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman derbarê gefxwarina daxistina balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê de ragehan, yekem care ji ber Amerîka gef dixwe. Herwaha amaje bi wê yekê jî kir, ‘’cîhê herî bi ewle bo Amerîkayê li Rojhilata Navîn, Kurd û Herêma Kurdistanê ye bo wan’’

Dr. Mehmûd Osman ji BasNewsê re ragehand, di salên şêstan de qutkirina peyvendiyan di navbera Iraq û Amerîkayê de pêkhatiye. Lê ji ber lêdan û êrîşan cara yekeme Amerîka gefa daxistina balyozxaneya li Bexda bike, ev yek jî bandora xirab dike bo ser peyvendiyên navbera wan her du welatan de jî got: ‘’Amerîka hişyarî daye bo lêdana 120 binkeyên leşkerî yên milîsên ku nêzîkê Îranê û Amerîka ku wek gexwarinê dizane li ser xwe, bê guman di vê rewşê de Îran jî destwerdanê dike û bi vê ve Iraq dibe qada şerê navbera Amerîka û Îranê. Di vê rewşê de Iraq ziyanên mezin ber dikeve. Dema Amerîka balyozxaneya xwe dabixe, ji ber wê jî ew tê wê wateyê ku dest vekirî dibe bo encamdana wan êrîşan hişyarî daye.’’

Siyasetmedarê kurd got: ‘’Li Rojhilata Navîn cîhê herî bi ewle wek xelk û cîh bo Amerîkayê Kurd û Kurdistan e. Û got: ‘’Kurd û herêma Kurdistanê bi rastî hevpeymanê Amerîkayê ne û dost in. Giringe Amerîka vê yekê li berçav bigre ku leşkerên wan li herêma Kurdistanê bi azadî nav bazar û xelk de digerin. Giringe stratejiya xwe li Rojhilata Navîn bo dostayetiya rasteqîne be li berçav girtina mafên xelkê Kurdistanê biguhere. Ne wekî ku rewşa naha heyî dîsa jî her berê wê li Bexda be. Ji ber ew azadiya ku Amerîkîyan heye li herêma Kurdistanê belgeye ku ewlehiya wan pir başe bo Amerîkayê li vê navçeyê. Herwekî konsolxaneya wan li Hewlêrê ku cîhê herî bi ewleye li Rojhilata Navîn.’’