BasNews- Ji ber bêhêziya artêşa Iraqê û lawaziya hêzên emnî li Iraqê komên çekdar ê eşaîrî li li parêzgehên başûrê Iraqê durist bûne.
Mallpera SomeriyeNewsê di raportekê de belav kiriye, eşîrên li Iraqê bi taybetî jî eşîrên li başûrê Iraqê çekdarên ser bi xwe ava dikin û bi sedan kes çekdar kirine û ew eşîr bi asanî dikarin çekan li bazaran peyda bikin.
Herweha di raportê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin belavbûna çekan li nava eşîran li başûrê Iraqê bûye sedema rûdawnên xwînawî û bûyerên kuştinê li parêzgehên başûrê Iraqê.
Di beşekî din ê raportê de bûyerên ku çekdarên eşaîrî tê de beşdar in êdî li parêzgehên başûrê Iraqê bûne diyarde û hezên emnî yên Iraqê jî nikarin rêliber wan êrîşan bigirin. Ligor raportê sedema zêdebûna çekdarên eşaîrî ji ber bêhêzî û lawaziya hêzên emnî yên Iraqê ye.
Di vê kurtevîdyoyê de çekdarên neyasayî û eşaîrî yên başûrê Iraqê tên dîtîn