BasNews- Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di heyama 24 saetên dawîn de 1.467 pêketiyên vîrusa Koronayê hatine tomarkirin û 68 kes jî bi Koroanyê mirine.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca amarên 27ê Îlonê yên taybet bi vîrusa Koronayê belav kir.
Li gor daneyên di 24 saetên dawîn de 101 hezar û 119 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 10 milyon û 37 hezar û 700 û testa 1.467 kesan pozîtîv bûye. Herwiha 68 kes bi Koronayê mirine. Di heman de 1.116 nexweşên Koronayê jî baş bûne.