BasNews – Odeya Parlamentoyê ya Tevgera Gorran daxuyaniyek belav kir û ragehand, seroka fraksiyona Tevgera Gorran li Parlamentoya Kurdistanê Gulistan Seîd e.
Daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku roja 21.09.2020ê demjimêr 17:00ê êvari bi amadebûna hemû endamên fraksiyona Tevgera Gorran li Parlamentoya Kurdistanê ve, helbijartina desteya serokatiya fraksiyona Gorran li Parlamentoya Kurdistanê hate kirin.
Herwaha hat ragehand, prose bi amadebûna odeya helbijartinê ya Tevgera Gorran ve birêve çû, ku encamên helbijartinê de Gulistan Seîd wek serokê fraksiyonê Aşna Ebdula wek cîgirê seroka fraksiyonê û Celal Mihemed jî wek biryarderê fraksiyona Gorran hate helbijartin.
Herwaha hat gotin: ‘’Di helbijartinê de herdu namzedên serokatiyê Gulistan Seîd û Daban Mihemed bi 6 dengan wekhew bûn. Li gor destûra rêxistina Tevgera Gorran eger di helbijartinekî de du namzede hebin û yek ji wan jin û yê din jî zilam be deng eger wekhew derketin wê demê pêşekîbûn ji jin re tê dayîn. Ji ber wê jî odeya helbijartinê û piştre jî odeya yasayî ya Tevgera Gorran encamê helbijartinê pejirand û Gulistan Seîd bû seroka fraksiyona Gorran.’’