Li Rojava 39 kesên din bi Koronayê ketin Li Rojava 39 kesên din bi Koronayê ketin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Rojava 39 kesên din bi Koronayê ketin

BasNews - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 39 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 39 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.

Haletên hatine tomarkirin: 17 kes li Hesekê, 9 kes li Qamişlo, 4 kes li Girkê Legê, 3 kes li Dêrikê, 2 kes li Tirbesipiyê, 2 kes li Çilaxa, 1 kes Rimêlan û 1 kes li Til Temirê.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, bi başbûna 7 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 397 kesan.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin, gihîşt 1398 kesan ku 397 kes ji wan baş bûne û 61 kesan jî canê xwe ji dest dane.