BasNews – Rêveberê berê yê Tevgera Gorran ragehand, ku referandom nefamî nîne, ‘’Nefamî ewe Kerkûk û zêdetirî nîvê axa başûrê Kurdistanê radestî Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê kirine.’’
Endamê berê yê Civata Niştimaniya Tevgera Gorran Dr. Sabîr Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand, referandoma serxwebûna Kurdistanê zengilek bû ku karî xelkê Kurdistanê hişyar bike û bi hemû takekî Kurdistanê re bibêje, ev mafê çarenivîsa xwe nivîsandine. Referandom neyarên kurd jî agahdar kir, gelê Kurd ew xebat û tekoşîna ku kiriye, ji bo serxwebûnê kiriye û rojekî jî dê kurd mafê serxwebûna xwe bidest bîne.
Herwaha got, tenê sedemek heye ku kurd negeheştin armanca xwe, ew jî em ji bo xwe ne yekgirtî ne. Lê îro be yan sibe be, gelê kurd dê bibe xwedî Kurdistana serbixwe, em nebinin jî dê rojek bê newiyên me dê Kurdistana serbixwe bibînin.
Derbarê gotinên Lahor Cengî yê serpereştê taxima xiyanetkarên 16ê cotmeha 2017ê yê nav YNKê de jî Dr. Sabîr Îsmaîl amaje bi wê yekê kir, xelkê Kurdistanê ji ber xwîna şehîdan û serxwebûna gelê kurd deng da referandomê. Ev xelke nefam nîne, ev gel eger nefam be, ‘’Biraderên YNKê, endamên rêveberiyê û polîtburoya wê partiyê jî deng dane referandomê, ango ma ew jî nefam bûn? Ew gotinên Lahor Cengî ti wateya xwe tine û tenê bazara xwe pê germ dike.’’
Herwaha got, referandom bo serxwebûna Kurdistanê hate kirin û ev nefamî nîne. ‘’Nefamî û xiyanet ewe Kerkûk radestî Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê kirine. Nefamê ewe sedî 51 axa Kurdistanê radestî neyarên kurd bikî ew e. Herkesekî ziyanê bigehîne ew kes nefame, ne ku xelkê deng dane serxwebûna netewa xwe.’’