BasNews – Çend kesên ser bi taxima xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê yên nav YNKê ku xwe xişandine nav ofîsa ragehandina partiye, malpera fermî ya YNKê kirine çapemeniya xiyanetkaran û beşek ji peyamên wan belav dikin.
Malpera fermî ya YNKê ku çapemeniya partiyê ye û bendewarî tê kirin helwêstê fermî yê rêveberiyê û polîtburoyê têde bê belav kirin, ji duh ve belav kirina çend babetên kesên ser bi xiyanetkarên 16ê cotmehê ve hewldidin malpera YNKê bo veguhêzin ser bi taxima xiyanetkar ve biguherin.
Çavdêrê siyasî Dr. Medhed Silêman ji BasNewsê re ragehand, taxima xiyaneta 16ê cothema 2017ê wek senaryoyekî darbe ango kudeta li ser YNKê de girtiye, ‘’Vê çarçoveyê de ragehandina fermî ya YNKê ketiye dest wê taximê û malpera fermî û televizyona partiye jî ew birêve dibin.’’
Herwaha diyar kir, ew taxima xiyanetkar çapemeniya fermî ya YNKê bo gehandina peyamên xwe bikartînin û dixwazin bi rêya wan peyaman ve di çapemeniya YNKê de, dawî bi wê rêkeftinê bînin ku partiya wan li gel aliyên din pêkanîbû bo aram kirina rewşa heyî.
Herwaha got, helwêstê fermî yê YNKê pêktê ji helwêstê rêveberî û politburoya partiye. Ne ku helwêstê çend xiyanetkaran ku naha nav YNKê de xwedî pêgehin. Ji ber wê divê ewên ku xwe dilsozê YNKê dizanin, çapemeniya partiye di dest xwe de bihêlin û bi başî wê bizanin ku kesên ser bi xiyanetkarên 16ê cotmehê xwe xişikandine nav çapemeniya fermî ya YNKê û wê birêve dibin. Divê ew malpere agahiyan li ser fikra fermî ya YNKê bide ne ya taximekî xiyanetkaran.’’