Rojhilat - Îran dixwaze 6 gundên ser sînor yên Serdeştê vala bike û xelkê wan aware bike! Rojhilat - Îran dixwaze 6 gundên ser sînor yên Serdeştê vala bike û xelkê wan aware bike!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rojhilat - Îran dixwaze 6 gundên ser sînor yên Serdeştê vala bike û xelkê wan aware bike!

BasNews - Hêzên parastina sînor yên Îranê daxwaz ji xelkê 6 gundên ser sînor yên bajarê Serdeştê kirine ku gundên xwe ji ber sebebên “ewlehiyê” vala bikin û malên xwe ji bo cihek din veguhêzin.

Çavkaniyên xwecihî li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê amaje bi wê dikin ku di rojên derbasbûyî de hêzên parastina sînor yên Îranê bi fermî şêniyên 6 gundên ser sînor li Serdeştê agahdar kirine ku di zûtirîn dem de malên xwe bar bikin û gundên xwe vala bikin.

Hêzên parastina sînor yên Îranê ji rûniştvanên wan gundan re gotine, ji ber “cihê gundên wan û herwiha nêzîkbûna wan li hêla sor a li ser sînor”, divê gundên xwe vala bikin.

Nûnerê Serdeşt û Pîranşarê li parlementoya Îranê Kemal Husênpûr jî, ku kesekî nêzîkî sipaha pasdaran tê zanîn, di nameyekê de ji bo Serokê Encûmena Bilind a Parastina Asayişa Niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî gotiye, “nabe bi biryareke bi vî rengî asayişa  wan malbatên hejar li ber çav neyê girtin, ji ber ku veguhastina wan bo gundên derdorê pêwîst e bi rizamendiya wan malbatan be.”

Kemal Husênpûr di wê nameyê de daxwaz dike rêkarên pêwîst derbarê veguhastinê dilxwaziya rûniştvanên wan 6 gundan bên girtin da ku bandoreke xirab li ser wan nebe.

Nûnerê Serdeşt û Pîranşarê li parlamentoya Îranê bi pêwîst dizane ku xanî û cihên guncaw bo wan malbatan bên avakirin, paşê gundên wan bên valakirin.