BasNews – Li herêma Harkov a Ukraynayê balafireke leşkerî ket xwarê û 25 kesan canê xwe ji dest dan.
Fermandariya Hêzên Esmanî ya Ukraynayê ragihand: “Li herêma Harkov, balafireke leşkerî ya ji cûreya An-26 a Fermandariya Hêzên Esmanî ya Ukraynayê kete xwarê. Balafir dema ku dadikete, ket xwarê. Di balafirê de tevî peywirdarên balafirê, xwendekarên Fermandariya Hêzên Esmanî ya Zanîngeha Harkov jî hebûn. Mirî û birîndar hene.”
Parêzgarê Harkov Aleksey Kuçer jî di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Ez li cihê bûyerê me. Li gor agahiyên destpêkê, di balafirê de 28 kes hebûn ku ji 7 efser û 21 xwendekar bûn. Mixabin 22 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rewşa 2 kesan giran e û 4 kes jî winda ne.”
Li gor agahiyên ku vê sibê hatine, hejmara miriyên di encama ketina balafirê de, derketiye 25 kesan.