Çekdarên Tirkiyê 9 sivîlên din li Efrînê revandin Çekdarên Tirkiyê 9 sivîlên din li Efrînê revandin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Çekdarên Tirkiyê 9 sivîlên din li Efrînê revandin

Tenê di meha Îlonê de 66 kes hatine revandin

BasNews - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên Tirkiyê 9 sivîlên din revandin.

Li gorî agahiyan, çekdarên Tirkiyê duhî welatiyê bi navê Ebdo Nizamedîn Xelîl Şêx Mistefa li gundê Hêkicê yê navçeya Şiyê Efrînê revandin.

Navenda belgekirina binpêkirinan li bakûrê Sûrî ragihand ku çekdarên Tirkiyê bi ser gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa de girtin û 8 sivîl jî ji wir revandin.

Navendê da zanîn ku kesên hatin revandin nayê zanîn birine kuderê.

Navendê eşker kir ku wan ji destpêka meha Îlonê de navên 66 kesên ku çekdarên Tirkiyê li Efrînê revandine, belge kiriye.