Rola Serok Barzanî di Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de Rola Serok Barzanî di Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rola Serok Barzanî di Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de

BasNews- Serok Mesûd Barzanî ji destpêka serhildana Şoreşa Îlonê ve (11ê Îlona 1961ê) jiyana Pêşmergetiyê hilbijartiye û her dem xwe weke pêşmergeyê rêya rizgarî û serxwebûnê dibîne.

Serok Mesûd Barzanî û jiyana wî ya siyasî û têkoşînê ya dîrokî, dewama rêya wê têkoşîn û xebatê ye ku serkirdeyên karîzma yên Kurd, ji Şêx Ebduselamê Barzanî û Şêx Ehmedê Barzanî û Qazî Mihemed û Mistefa Barzaniyê rêberê netewî û rêberê Şoreşa Îlonê ya ji bo serxwebûna Kurdistanê girtibûn ber xwe.

Ew xebata rizgariyê girtiye ser milê xwe û tevî zêdetirî temenê xwe yê 70 salî, weke karîzmayekî netewî, banga serxwebûna Kurdistanê li guhê dinyayê da.

Serok Barzanî piştî ku hemû rêyên danûstandin û çareseriya siyasî ligel Bexdayê ceriband û desthilatdarên Bexdayê berdewam bûn di qutkirina budce û mûçe û zexta siyasî û dijayetîkirina xelkê Kurdistanê de, karta referandumê bilind kir û ragihand ku êdî dema wê yekê hatiye ku gelê Kurdistanê li ser çarenûsa xwe biryar bide.

Tevî astengî û berbestên hinek kom û destên neyar li navxwe û derve li dijî pêvajoya referandumê çêkirin, Serok Barzanî hestê serxwebûnxwaziya gelê Kurdistanê ji nav hemû takekesan derxiste ser sindoqa dengdanê û roja 25ê Îlona 2017an, %93yê gelê Kurdistanê bi "Belê bo serxwebûnê" deng dan û beşdarî pêvajoya dîrokî bûn, ku Serok Barzanî ji Şoreşa Îlonê ve ji bo wê, çek dabû ser milê xwe.

Ragihandina Ofîsa Mela Mistefa Barzanî vîdeoyek bi navê "Referanduma Serxwebûnê.. Rûmet û Şanazî" ji bo salvegera referanduma serxwebûnê belav kir.

Di vîdeoyê de behsa têkoşîna xelkê Kurdistanê û xebata Serok Barzanî bo gihiştina serxwebûna gelê Kurdistanê dike.

Îro Kurdistaniyên li Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê, salvegera roja 25ê Îlona 2017an bi bîr tînin ku xelkê Kurdistanê beşdarî referanduma serxwebûnê bûn û %93 ji bo serxwebûna Kurdistanê gotin "Belê".